Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku bo plankirina hevdîtina bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un re bi wî welatî re peywendiyên jixweber çêkirine.
Trump got ku wan bi Koreya Bakur re ‘’peywendiyên di asta bilind de’’ çêkirine û diyar kir ku bo cîhê hevdîtinê ew li ser pênc cîhan difikirin.
Ajansa Reuters’ê jî ragihand ku Serokê Ajansa Îstixbaratî ya Navendî (CIA) Mike Pompeo, di serê Nîsanê de bi awayekî veşartî çûye Koreya Bakur re bi Kim Jong-un re kom bûye.
Pompeo berendamê nû yê Wezareta Derve ya Amerîka ye.
Trump, dema civîna bi hevtayê xwe yê Japon Şinzo Abe re dîyar kir ku ewê bi Kim Jong-un re ‘’di serê Hezîranê de yan jî hinekî din hîn zûtir’’ kom bibe.
Şinzo Abe ser plana hevdîtina Trump û Kim Jong-un pesna Trump da diyar kir ku ew ‘’wêrek’’ e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin