Berpirsekî Kurd li Kerkûkê reviya

endamê YNKê ye û reviyaye silêmanî
کوردستان TV
100%

Jiber ku biryara destgîr kirina vî hatibû dayîn bo Silêmanî reviyaye.

Piştî ku dohê wezareta navxwe ya Îraqê jiber zêdebûna kiriyarên terorîstî li Kerkûkê û xemsariya Fermandarê giştî yê hêzên Siwat li Kerkûkê , biryara destgîr kirina Fermandarê hêzên Siwat yên li Kerkûkê Loey Muhemed Salih yê ku Kurd û endamên YNKê ye der kiribû, îro nav hatî ji Kerkûkê reviyaye û berê xwe daye Silêmanî.

Li gor jêderên mîdyayî Loey Muhemed Salih ji aliyê wezareta navxwe ya Îraqê ve bi vê yekê tê tawanbarkirin ku destê vî û hêzên Siwat di kiriyarên terorîstî yên Kerkûkê yên ku di wan rojên dawî de pêk hatine hebûye.

Jêderên mîdyayî diyar kirin ku îro Salih û çend kesên din yên nêzî vî yên ku di Fermandariya hêzên Siwat yên li Kerkûkê de postên wan hebûne, ji tirsa girtinê reviyane û berê xwe dane Silêmanî.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.