Peyvdarê PDKê dibêje baweriya xelkê bi PDKê heye.
Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed di presskonferansekî de derbarê prosesa propagendeya hilbijartinan de got: Partî jî dest bi vê prosesa han dike lêbelê PDK naxwaze jiber propagendeya hilbijartinan xelkê bêzar bike.
Mihemed herwiha anî ziman ku PDK dixwaze hilbijartin bi rêkûpêkî werin birêvebirin û her kes bi azadî di nava rewşeke aram de karê xwe bike.
Mihemed di beşeke din ji axaftinên xwe de anî ziman ku xelkê Kurdistanê partiya demokrata Kurdistanê baş dinasin û baweriya wan jî bi PDKê heye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin