Nêçîrvan Barzanî û Brett McGurk civiyan

behsa çend mijarên girîng yên rojevê kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê li gel nunerê Serokê Amerîkayê bo şerê dijî DIŞIê civiya.

Îşev Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya nunerê Serokê Amerîkayê yê bo karûbarên şerê dijî DIŞIê û hevpeymaniya cîhanî Brett McGurk û şandeke pê re kir.

Di civînê de her du alî behsa şerê dijî terorê, hemahengiya navbera hikûmeta Kurdistanê û hevpeymaniya cîhanî, rewşa Îraq û deverê kirin.

Her di heman civînê de Barzanî û McGurk behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexda, prosesa diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareser kirina kêşeyên heyî, hilbijartinên Îraqê û rewşa Îraqê ya piştî şerê DIŞIê kirin.

Di beşeke din ya civîna han de her du alî tekez li ser berdewamiya hemahengiya navbera hikûmeta Kurdistanê û hevpeymaniya cîhanî kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.