Nêçîrvan Barzanî: Em li bendê ne pêwendiyên Hewlêr û Enqerê normal bibin

serokwezîr piştî civîna civata wezîran, ji raya giştî re hin tişt eşkere kir
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ti hevdîtinek di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li ser vegera Pêşmerge bo deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê nehatiye kirin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî îro piştî civîna encumena wezîran, derket pêşberî rojnamevanan. Nêçîrvan Barzanî behsa qanûna çaksazî di sîstema mûçe de kir û got, em hêvîdar in ew qanûn bi demek kurt de ji aliyê parlamentoyê ve were pesendkirin.

Nêçîrvan Barzanî di bersiva vê pirsê de ku gelo ti hevdîtinek di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser vegera Pêşmerge bo deverên Kurdistanî heye yan na, got, li ser wê mijarê ti hevdîtinek nehatiye kirin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser destpêkirina geştên asmanî di navbera Hewlêr-Tehran û Tirkiyê de jî got, em bi vê yekê kêfxweş in. Pêwendiyên me jî bi wan welatan re baş e. Em li bendê ne pêwendiyên me û Enqerê normal bibin.

Li ser qedexeya ku Tirkiyê daniye ser firokexaneya Silêmaniyê jî Nêçîrvan Barzanî got, hewlên hikûmetê bo nehîştina wê qedexeyê didomin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.