Vê mehê Îran jî geştên xwe bo Hewlêrê destpê dike

îran jî di 27ê nîsanê de geştên xwe dide destpêkirin
کوردستان TV
100%

Li gor nûçeya ajansa İSNA  ya fermî ya Îranê konsolê Îranê li Hewlêrê Murteza Ebadî ragehand, heftiyê du geştên esmanî di navbera balefirgehên navnetewî yên Hewlêr û Tehranê de dê pêkbên û dê hewl bidin wan geştan zêde bikin.

Murteza Ebadî ragehand, roja 27.04.2018ê geştên esmanî yên di navbera paytexta herêma Kurdistanê Hewlêrê û paytexta Îranê Tehranê de dê destpê bikin. 

Derbarê geştên esmanî yên di navbera Silêmanî û Tehranê de jî konsolê Îranê yê li Hewlêrê ragehand, razîbûn hatiye wergirtin û şîrketa balefirvaniyê mijûlê amadekariyan e bo destpê kirina geştan û dema amadekarî temam bûn dema destpê kirina wan geştan jî dê bê ragehandin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.