Tirkiye berdewame li ser topbaran kirina deverên sînorî

şêniyên deverê ji rewşa han bêzar bûne
کوردستان TV
100%

Îro careke din devera Kanî Reş topbaran kir.

Di çarçoveya êrîşên artêşa Tirkiyeyê de yên bo ser deverên sînorî yên Kurdistanê yên ku bi hinceta hebûna endamên PKKê tênkirin, îro careke din artêşa Tirkiyeyê dest bi topbaran kirina devera Bêsinok û gundê Kewert û çiyayê bindêwane, deşta Hêrt û Xakûrkê kir.

Ev topbarana han devereke berfire girtiye ber xwe jiber vê yekê jî metirsî li ser canê şêniyên deverê çêbûye û şêniyên deverê jî ji tirsa topbaran û bordimanên artêşa Tirkiyeyê mal û warên xwe tirekandine.

Hêjayê gotinêye ku ew demeke artêşa Tirkikyeyê bi topxane û tankan bi hinceta hebûna PKKê deverên sînorî topbaran dike û heta niha jî çend welatiyên medenî şehîd bûne.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.