Armanca êrişa Amerîka ya li dijî Sûriyeyê çi bû, raste ku piştî êrişê têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê şikestin û dê Amerîka hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne an na? Prof. Dr. Dogu Ergil bersiva pirsên Spûtnîk Kurdistanê dan.
Civaknas û zanistî siyasî Prof. Dr. Dogu Ergil di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîk Kurdistanê de got: "Amerîka bi taybetî jî kesekî wek Donald Trump ku zêde xwe diecibîne, bawer dike ku amerîkî li cihanê netewa herî bilind e û divê tim serokatiya cihanê bike. Yek ji wesfên serokatiyê jî exlaq e. Her çi qas Trump nekesekî bi exlaq be jî dema li ser navê welatê serokatiya cihanê dimeşîne dixwaze bi hinek rêbazên wek exlaqê tevbigere û vê ji dest bernede."
Civaknas û zanistî siyasî Prof. Dr. Dogu Ergil di axaftina xwe de got: "Niha vê bêjim, bikaranîna çekên kîmyewî li gor hemû qanûnên navneteweyî û biryarên Neteweyên Yekbûyî tiştekî qedexekiriye. Di şerên wiha yên herêmî de bikaranî çekên kîmyewî ji bo welatê serok ê cihanê qelsiyeke mezin e. Serê pêşî jixwe divê rê li ber vê were girtin. Ya duyemîn, têkiliyên Amerîkayê di serdama rêvebiriya Trump de bi welatên Ewropayê pir lawaz bibûn. Bi saya vê êrişê Amerîka têkiliyên xwe bi Ewropayê re xweştir kirin. Jixwe Brîtanya, Fransayê heta Tirkiye jî digel Sûriye cîranê wê ye û têkiliyên wê bi Rûsya û Îranê re baş in û li hemberî welatên rojavayî hevkariyek ava kiriye jî piştgirî da êrişê. Wek min got Amerîkayê bi vê êrişê sefên xwe yên bi ewropiyan re jî xurt kir."
Pisporê siyasî Prof. Dr. Dogu Ergil di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ya sêyemîn, Amerîkayê bi vê êrişê xwest bêje ez jî li Sûriyeyê heme û beyî min hûn tevbigerin. Jixwe ji daxuyaniyên berpirsên amerîkî jî derket holê ku hetanî wezîfe neqede wê li Sûriyeyê bimînin û hêza xwe ya leşkerî venekişînin. Li Amerîkayê navenda ku biryarên leşkerî dide em hemû dizanin ku Pentagon e û ew jî naxwazin ji Sûriyeyê derkevin. Êdî rêvebiriya Trump, yanî hikûmeta sivîl jî dibêje hetanî wezîfeya Amerîkayê li wir neqede wê dernekeve. Li gor qenaeta min hetanî guherînin mezin ku li aliyê Amerîkayê çênebin wê ji Sûriyeyê venekişe û jixwe niha tiştekî wiha jî ne mimkin e."
Prof. Dr. Dogu Ergil di dirêjiya axaftina xwe de ji bo serdana Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a Enqereyê û têkiliyên herdu welatan got: "Her çi qas Tirkiye di pêvajoya Astanayê de hatibe qebûlkirin jî, di wê pêvajoyê de tu prensîbên ku bi giştî hatibûn qebûlkirin hene. Yek jê parastin û rêzgirtina axa Sûriyeyê û ya din jî berdewamiya rêvebiriya Beşar Esad, yanî heta demeke diyar ku gel jî bikaribe tevlî bibe berdewamiya rêvebiriyê bû. Ev herdu prensîbên Astanayê bûn û Tirkiye jî ev erê kir. Hikûmeta Tirkiyeyê bi salane çi bi eşkere û çi jî bi veşartî daxwaza çûna Esad kir û xuya dike ku vê helwesta xwe didomîne. Ji bo ku dema firsend kete destê wê, yanî dema li dijî rêvebiriya Esad êrişêk pêk hat li hemberî prensîben Astanayê derket û daxwaza çûna rêvebiriya Esad kir. Yanî hestên xwe yên veşartî eşkere kirin."
Ergil di dawiya axaftina xwe de got: "Xuyaye di navbera Tirkiye û Rûsyayê de pirsgirêkek heye, lê stîleke Pûtîn heye û ew wek hinek kesan bertekên bilez û tund nîşan nade. Planên xwe bi xwînsarî û hêdî hêdî dixe meriyetê. Di meseleya xistina balafira rûsî de jî ev rêbaz bikar anî bû. Pêşî bi ekonomiyê rê li ber Tirkiyeyê girt û ev hetanî lêborîn xwestinê dewam kir. Hikûmeta ku digot me bi daxwaza xwe ji bo sînorê me ihlal dikir me balafir xist û paşî meçar ma ku vê telafî bike. Dibe ji niha de ji bo nêzîkbûna Rûsya, Tirkiye û Îranê serî li hinek mûeyîdeyên veşartî an jî vekirî bide. Ev jî stîleke têkilîdanîn a Pûtîn e."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin