Piştî daxuyaniyên serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeli ku got 'di 26ê Tebaxa 2018an de divê hilbijartinên pêşwext bên lidarxistin' Hevseroka Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan jî eşkere kir ku ‘êdî dema têkbirina AKPyê hatiye.'
Hevseroka Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan di komcivîna partiya xwe de li ser pêşniyaza hilbijartinên pêşwext ya Devlet Bahçeli de axivî û wiha got: "Devlet Bahçeli pêşniyaza di 26ê Tebaxê de lidarxistina hilbijartinên pêşwext kiriye. Bahçeli bêyî Erdogan nikare biryarek wisa eşkere bike. Tiştên ku nikarin bilêv bikin bi Bahçeli didin gotin. Gelo bi OHALê ev welat bi awayekî demokratîk wê çawa biçe hilbijartinê? Wek HDP em ji hilbijartinan re amadene û bangî herkesî dikin û dibêjin, êdî dema têkbirina AKPê hatiye."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin