Endamên tîmê li xwe mokir hatin ku barzirganî kirine.
Îro li bajarê Kerkûkê tîmeke 9 kesî ya bazirganî kirin bi madeyên hişber ji aliyê hêzên polîs ve hate girtin.
Li gor daxuyaniya polîsê Kerkûkê ew tîma 9 kesî yaku bazirganî bi madeyên hişber kiriye piştî ku zaniyarî li ser wan hatine komkirin bo destgîr kirina wan operasiyon hatiye lidarxistin û di operasiyonê de her 9 kes hatine binçavkirin.
Polîsê Kerkûkê diyar kir ku di lêkolînên seretayî de ev 9 kesên han li xwe mokir hatine ku ew demeke dirêje li Kerkûk û derdorê karê bazirganî kirin bi madeyên hişber dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin