Li Herêma Belûcîstanê ya Îranê, 4 kesên sivîl yên Belûc ji aliyê pasdaranê Îranê ve hatin kuştin.
Li gorî raporên Saziyên Mafên Mirovan yên Îranê, li nêzîkî gundê Dilkan yê Belûcîstanê, pasdaranê Îranê li trempêleke sivîlan reşandine. Di encama bûyerê de 4 sivîlên Beluc hatine kuştin. Yek ji kuştiyan jî keçikeke 3 salî ye.
Çavkanyên Mafên Mirovan ragihandin ku Îran îdda dike ku di trempêlê de madeyên hişbir hebûn û ji ber vê yekê li trempêlê reşandine.
Ev bûyer berî niha bi çend rojekê qewimiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin