Rojane li Kerkûkê welatiyek tê kuştin.
Hêz û dezgehên ewlekarî yên li bajarê Kerkûkê diyar kirin ku diyardeya kuştina welatiyan bi hincetên curbicur zêde bûye û rojane welatiyek li Kerkûkê tê kuştin.
Herwiha hêzên ewlekarî yên li Kerkûkê diyar kirin ku cara dawî di nava 2 rojan de du welatiyên din ji aliyê kesên nenas ve hatine kuştin.
Dezgehên ewlekarî behsa vê yekê jî dikin ku bikuj piştî kuştina qurbaniyan li malên wan jî diziyê dikin û tevahiya tiştên wan yên bi qîmet ên weke zêr didizin.
Dezgeh û hêzên ewlekarî yên li Kerkûkê li xwe mokir hatin ku roj bi roj rewşa Kerkûkê aloztir dibe ku kontrol kirina rewşa ewlekarî ya vê bajarê ji dest der çûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin