Hate îdiakirin ku di anketa ku Seroka Partiya IYI Meral Akşenerê ji Erdogan re gotibû ‘encamên wê anketê eşkere bike birê min' de xeyalên AKP’ê şkestine û rêjeya dengên eniya Erdoganî 44 jî sedî ye.
Li gorî nûçeya Gazete Duvarê di anketa dawî ya ku AKP’ê kiriye xeyalên wê şikestine. Li gorî encamên anketê rêjeya dengên Serokomarê Tirk û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayip Erdogan ji sedî 44 e. Herwiha li gorî wê anketê operasyona li dijî Efrînê û tifaqa Erdogan dengên Erdogan bi tenê 1 ji sedî zêde kiriye.
Hêjayî gotinê ye ku demek berê Seroka Partiya IYI Akşenerê amajê pê kiribû rêjeya dengên tifaqa muhtemel ya Partiya IYI û Saadetê ji sedî 32 ye û rêjeya dengên Erdogan jî ji sedtî 44 e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin