Dozeke din li dijî huneremendekî Kurd hat vekirin

zextên hikûmeta Tirkiyeyê li dijî Kurdan zêde bûne
کوردستان TV
100%

Jiber bîranîna Mûsa Enter doz li dijî Ferhad Tûnc hate vekirin.

Ji ber ku di axavtina xwe de Mûsa Enterî bi bîr aniye derbarê hunermend Ferhad Tûncî de lêpirsîn hatiye vekirin. Tûncî di îfadeya xwe ya dozgeriyê de got: “Ez xwediyê hemû gotinên xwe me ku di metna lêpirsînê de derbas dibe”.

Ji ber ku 20ê Îlonê ya 2017ê li Wanê li Parka Mûsa Anter di mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de Mûsa Anter rojnameger û nivîskarê hatiye kuştin bi bîr aniye hunermend Ferhat Tûnc rastî lapirsînê hatiye. Lêpirsîn ji hêla Serdozgeriya Komarî ya Wanê ve hatiye destpêkirin.

Ferhat Tûncî li ser daxwaza Serdozgeriya Komarî ya Wanê, îfadeya xwe da Serdozgeriya Komarî ya Buyukçemeceyê ya li Stenbolê. Di dema îfadeyê de axavtina wî ya di dema Mîtînga Wijdan û Edaletê ya li Wanê, ji Tûncî hatiye pirsîn.

Tûncî di îfadeya xwe de wiha gotiye:  20ê Îlonê (roja ku mitîng hatibû çêkirin) salvegera mirina Mûsa Anterî bû, konsert jî li Parka Mûsa Anterê çêbû. Ez xwediyê hemû gotinên xwe me ku di metnê lêpirsînê de derbas dibin. Ji ber ku weke hunermentekî min di axavtina xwe de rastî anîn ziman ez weke sûc nabînim. Ez xemgînim ku ji ber van ramanên min ên bi hestên gelekî însanî hatine ziman, ez îfadeyê didim. Ji ber ku bûme mijara lêpirsîna wiha ya derbarê Mûsa Anterî de ez serbilind im.”

Axavtina Tûnci ya derbarê Mûsa Enterî de wiha bû: “Beriya niha bi 25 salan bi plan û bi nemerdî derwêşê gel ê mezin qetil kirin. Ez ye ji wan birayên we me ku ji ber min Mûsa Anterî nas kiriye serbilind im. Ew çîrokên ku wî ji zarokên xwe re hiştine, îro di zimanên wan zarokan de veguhestiye destaneke mezin a azadiyê.”

Tûncî di berdewamiyê de bertek nîşanî êrîşa li ser Xatûn Tûglûk dayika Aysel Tûglûkê dabû ku êrîş li Enqereyê pêk hatibû. Tûncî herweha bertek nîşanî polîtîkayên AKPyê yên ji bo berdewamiya Rewşa Awarteyê jî dabû û gotibû: “Rehmetê li derbeya 12yê Îlonê dikin”.

Danişîna yekê ya ku bi tohmeta “tehrîkkirina gel a ber bi kîn û dijnimanihiyê de” wê 18ê Nîsanê li 4emîn Dadgeha Cezayan a Asliyeyê ya Buyukçekmeceyê bi rê ve biçe.

Doza ku bi tohmeta “heqareta li Serokomarî kiriye” hatiye vekirin jî wê 11yê Tîrmehê li 14emîn Dadgeha Cezayan a Asliyeyê ya Buyukçekmeceyê bê dîtin.

Tûnc her weha li 36emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bi tohmeta “propagandaya rêxistina terorê” tê dadgehkirin.

Di her sê dozan de ji bo Tûncî 15 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.

Ji bo bidawîkirina van dozên li hemberî Ferhat Tûncî, Forûma Mûzîka Azad a Cîhanê (Freemuse) dest bi xebateke navnetewî kiriye. Kampanyaya îmzeyan a di vê çerçoveyê de hatiye destpêkirin berdewam dike.

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.