Çarenivîsa girtiyekî Kurd nediyar e

zextên rejîma îranê li ser Kurdan zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

welatiyekê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê, piştî sê mehan binçavkirinê, heyanî niha jî çarenivîsa wî ne rohn e.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa “Kurdpa”yê, welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Pîranşarê yê bi navê “Nasih Xalidî” temen 30 salî piştî sê mehan di yek jî girtîgehên Îranê de, heyanî niha jî çarenivîsa vî zelala nîne.

Ev welatiyê Kurd, birêveberê nexweşxaneya bajarê Pîranşarê ye, ku roja Yekşemî 17`ê Befranbarê, li cihê karê xwe de hatiye biçavkirin, lê tu zanyariyek derheqê çarenivîsa navbirî li ber dest nînin.

Hêzên Îtila`atê ev hevwelatiyê Kurd bi tometa hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên opozisyon ên hikûmeta Îranê, binçav kirine.

Malbata vî girtiyê Kurd, derheqê cihê xwedîkirina kurê xwe û tohmeta ku pê kirine, nehaydarbûna xwe nîşan dane,û bidûreçûna wan ji bo haydarbûna derheqê çarenivîsa kurê xwe heyanî niha bê encam bûye.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.