Şêrzad Êzidî: Civata ku li Efrînê hatiye avakirin, civata xayina ye

ev civat ji aliyê tirkiyeyê ve hatiye damezrandin
کوردستان TV
100%

Nûnerê berê yê Birêveberiyên Rojavayê li Herêma Kurdistanê Şêrzad Êzidî rexne li ENKSê û kesên ku di civata Efrînê de cih girtin rexneyên tund li wan girtin û ew bi hevkariya MÎT a tirkî tawanbar kir û go, "Civateke di destê dagîrkera de ye û hîç meşruîyet û yasabûneke wê nîn e."

Duhî di medya tirkî de hatibû ragihandin ku li Efrînê bo birêvebirina wê deverê civatek hatiye avakirin ku ji wan 11 kurd, 8 Ereb û yek tirkman e. Şêrzad Êzidî derbarê vê civatê, rewşa Efrînê piştî dagîrkirinê û helwesta Birêvebeririyên Xweser ên Rojavayê bo Spûtnîk Kurdistanê re nirxand:

Nûnerê berê yê Kantonên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê Êzidî wiha axivî: "bi rastî ew civat, civata caş û xayîna ye. Civateke di destê dagîrkera de ye û hîç meşruîyet û yasabûneke wê nîn e, her dem di dîrokê de dema welatek dihê dagîrkirin, dagîrker hinek xayîn, ajan û çeteyên xwe dike civat û desthelat û rêveberî. Tê bîra me dema Almanya Fransa dagîr kir hikûmetek çêkr, lê di encamê de Fransa rizgar bû û General Dîgol ku li Brîtanya bû, hikûmeta Fransaya Azad avakir û şerîeta xwe hebû û hikûmeta ku Almanya ava kiribû paşê hate rûxandin."

Şêrzad Êzidî li ser pirsa 'bê gelo roleke EKSê di wê civatê de heye?' wiha axivî, "helbet, sedî sed roleke Eniya Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) tê de heye û tê bîra me bê çawa berpirsên ENKSê ew ên Endamên Desteya Îtîlafa Surî bûn yan jî ew ên li Stnebolê çûn û hatin Efrînê daxuyanyên wan jî eşkere bûn û kesekî xwefiroş di nava wan de heye bi navê Fuad Elîko Nûnerê ENKSê di îtîlafê de di got, ‘Şeş grupên me yên çekdar di nav Efrînê de hene yanî weku hêzek beşdarbûn didagîrkirina Efrînê de û cînosaydkirina xelkê wê de' Sedî sed ENKS û yên di pişt ENKSê de beşekin di vê lîstokê de û ev civat çi encamên wê nabin û weku armanc. Wê bo hêzên berxwedana Efrînê YPG û YPJê û Hêzên Suriya Demokrat (HSD) û wê bigehin sizayên xwe ji ber ku xayîn in û di destê hêzên dagîrker ya tirk de ne."

Demek berê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov raghandibû ku divê Efrîn vegere bo bin kontrola Hikûmeta Sûriyê, Şêrzad ezidî ev daxuyanî wiha nirxandin û polîtîkaya Rûsya ya li Efrînê rexne kir "Eger Moskow rê neda Tirkiyê, ma Erdogan dikarîbû yek bost bi keve xaka Efrînê? Siyasete Rûsya li hember Efrînê ne baş bû, lê bila dengê gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê bi gihêje hemû gelê Rûsyayê, ne dibû Efrînê bide destê kujerekî weku Erdogan, ligel artêşa Tirkiyê grubên çete û terorîstên El Qaîde û Nusrayê li seranserê cîhanê. Pêwist e Rûsya piştgîriya Sîstema Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê bike, ne wekî rê bi Erdogan û alîkarên wî yên tundrê bide Efrîn û xaka kurdan dagîr bikin."

 

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.