Li gorî rojnameya The Timesê ya brîtanî ragihand ku "ji dema Iraqê sala 2003an û heta niha mezintirîn koma êrîşê ya deryayî ya amerîkî berê xwe daye beravên Sûriyeyê".
Ev tevger jî piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîra Brîtanyayê Theresa Mayê li hev kir ku li ser îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî li Dûmaya Sûriyeyê bersiveke bevpar bidin Sûriyeyê.
Mayê û Trumpî duh daxuyaniyeke hevpar dabû û wan tê de soz dabû ku "nehêlin Hikûmeta Sûriyeyê careke din çekên kîmyewî bi kar bîne."
Noqavên brîtanî yên bi moşekên kruzê hatine arastin jî çûne beravên Sûriyeyê.
Medyaya brîtanî dibêje ku ihtimal heye, ew operasyona leşkerî ya li dijî Sûriyeyê dawiya hefteya pêk were ku dikeve dema berî vegera endamên parlamentoya Brîtanyayê ji betlaneya Paskalyayê.
Amerîkayê jî 10 keştiyên şerî, du noqav li Deryaya Spî û Kendava Erebî kom kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin