Şêmiyên dola Balayan doz li hember Tirkiyeyê vedikin

kesûkarên qurbaniyan li dijî Tirkiyeyê dozê vedikin
کوردستان TV
100%

Li dadgeha tawanên şer ya navnetewî dozê vedikin.

Malbatên qurbaniyên ku li herêma Balayan a Herêma Kurdistanê di encama êrişên balafirên artêşa tirk de canê xwe ji dest dabûn, wê serî li Dadgeha Tawanên Şer a Navdewletî a Laheyê bidin.

Li herêma Balayan a ser bi Qesrê ve ya li Başûrê Kurdistanê di encama êrişên balafirên şer ên artêşa tirk de hejmareke xelkê sivîl canê xwe ji dest dabûn. Malbatên wan qurbaniyan xwe amade dikin ku serî li Dadgeha Tawanên Şer a Navdewletî ya li Laheyê bidin.

Di daxuyaniya wan malbatan de hat gotin ku 21-22ê Adarê li gundê Serkan ê li herêma Balayan a Qesrê di encama êrişên balafirên şer ên artêşa tirk de 4 kesên sivîl hatin şehîdkirin.

Herwiha hat gotin ku Tirkiye gelek rêkeftinên navdewletî îmze kirine û endama gelek dezgehên navdewletî ye û daxwaz hat kirin ku ev dezgeh ji bo wan bibin alîkar.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.