Fraksyona PDKê: Mûçeyên hêza pasevaniyê jî tên guhertin

mûçeyên hêzên pasewanên sînor jê tê guhertin
کوردستان TV
100%

Fraksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê ragihand, niha ji aliyê Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê ve hatine piştrastkirin, ku mûçeyên hêzên pasevaniyê jî li gorî sîstema nû ya mûçeyan dê were destkarîkirin û guhertin têde were kirin.

Fraksyona Partiya Demorkata Kurdistanê diyar dike, ku dê guhertin di sîstema dayîna mûçeyên hêzên pasevaniyê de were kirin û dibêje: “Weke Fraksyona PDKê we piştrast dikin, ku em dê herdem piştevanê daxwazên we yên rewa û tevahiya fermanberên Kurdistanê bin.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Bi keyfxweşî ve piştî ku hikûmetê karî pêdeçûnê di mûçeyên fermanberan de bike û sîstemeke nû ya mûçe ragihand, heta qasekî baş hewl hat dan, ku rêjeya paşekewtê kêm bike û mûçeyan zêde bike. Lê belê ew çend roj in ku nerazîbûneke rewa ji aliyê birêzên yekîneya pasevaniyê ve hebû, ku mûçeyên wan nehatine destkarîkirin.”

Li gorî daxuyaniyê, Fraksyona PDK dide xuyakirin, ku ew li ser vê mijarê bi Wezareta Navxwe û Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di têkiliyê de bûne û wiha dibêje: “Em ji Fraksyona PDKê bi hûrî û ciddî li gel birêa, ji Wezareta Navxwe û Darayî û Yekîneya Pasevaniyê di têkiliyê de bûn bo vê mijarê.

Bi keyfxweşî ve niha ji aliyê birêz Wezîrê Navxwe em hatin piştrastkirin, ku mûçeyên yekîneya pasevaniyê jî li gorî sîstema nû ya mûçeyan guhertin têde tê kirin.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.