Êrîşî Serokê PAK hate kirin

bi çek êrîşî ser vî kirine û selamete
کوردستان TV
100%

Li Hewlêrê Serokê partiya azadiya Kurdistanê rastî êrîşeke çekdarî hat.

Di vê derbarê de Peyvdarê PAK Xelîl Nadirî diyar kir ku îro danê êwarê di nava cadeya 120m ya Hewlêrê de, çend kes ku bi motorsiklîtan xwe amade kiribûn, êrîşî karwana tirimbîlên Serokê partiya Azadiya Kurdistanê Husên Yezdanpenah kirin.

Xelîl Nadirî herwiha diyar kir ku Yezdanpenah selamete û ti zirareke canî ya vê êrîşa han nebûye.

Ji aliyeke din ve jî polîsê Hewlêrê diyar kir ku niha ew dest bi lêkolîn kirin li ser vê bûyera han kirine.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.