Li Diyarbekirê tabelayên du zimanî yên ku li ser rêyan, aliyan tarîf dikin; hatin rakirin û li cihê wan, tenê yên bi zimanê Tirkî hatine danîn.
Qayyûmê Şardariya Bajarê Mezin yê Diyarbekirê, berî niha jî nîşan û tabelayên Kurdî ji nava bajêr rakiribûn. Êdî niha tabelayên ku rê û aliyan nîşan didin, têne rakirin.
Tabelaya ku li serê, Yeniköy Mezarlığı / Goristana Yenîkoyê dinivîsand hate rakirin û di cihê wê de tenê Yeniköy Mezarlığı hate danîn.
Dîsa tabelaya ku li serê Mardin/Mêrdîn û Batman/Êlih dinivîsand hat rakirin û di cihê wê de tabelaya ku tenê Mardin û Batman hate danîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin