Macron: Di destê me de delîl hene

Franse dibêje ev piştrastin ku esed çekên kîmiyayê bikar aniye
کوردستان TV
100%

Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku di destê wan de delîl hene ku hukumeta Sûriyê çekên kîmyewî bikaraniye.

Macron got ku piştî temamê delîlan bidin hev, wê birayarê bidin bê gelo wê êrîşê hedefên li Sûriyê bikin an na.

Macron axaftina xwe weha dewam kir:  “Dema wext were, çi bêhtir bi bandor û bi fêde be, em ê wê birayarê bidin. Berya her tiştî divê agahiyên di derbarê bikaranîna çekan de bên teyîdkirin. Em ê nehêlin li herêmê tansiyon zêde bilind bibe.”

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.