Serokê rejîma Sûriyê û şêwirmendê rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî civiyan û çavkaniyên çapemeniyê jî behsa cîhê hevdîtina wan dikin.
Li gor nûçeya ajansa Sana a fermi ya Sûriyê, bê ku cîhê hevdîtinê destnîşan bikin belav kir, Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad û şêwirmendê rêberê bilind ê Îranê Elî Xamineyî û serokê encûmena bilind a diyar kirina berjewendiyên Îranê Elî Ekber Wîlayetî îro 12.04.2018ê civiyan.
Li gor heman çavkaniyê Beşar Esad û Elî Ekber Wîlayetî guftûgo li ser peyvendiyên her du welatan û şerê navxweyî yê Sûriyê kirine û Wîlayetî piştevaniya temam û berdewamî ya Îranê bo Sûriyê ragehandiye.
Çend çapemeniyê ereb ên nêzîk opozîsyona Sûriyê behsa cîhê hevdîtinê kirin û ragehandin hevdîtin li odeyek veşartî û parastî ya binkeyê esmanî ya leşkerî ya Humeymîm a rojavayê Sûriyê, di odeyek bê pencere de pêkhatiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin