Guterres bang li endamên civata ewlekariyê dike

Guterres daxwaza parastina aramiya Sûriyeyê dike
کوردستان TV
100%

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bang li 5 endamên timî yên Civata Ewlekarî ya NY'ê kir ku rewşa Sûriyê ji kontrolê dernexînin.

Guterres bi daxuyaniyeke nivîskî dîyar kir ku ji balyozên endamên timî re gotiye ku jiber kêşeya Sûriyê ketîye fikarên kûr û divê rewşa heyî jî ji kontrolê dernekeve.

Guterres got: Divê em ji bîr nekin ku hewildanên me gerek e bo bidawîkirina êşên giran yên gelê Sûriyê be.

5 endamên timî yên Civata Ewlekariyê, Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya û Fransa ne.

Ser îdiayên êrîşa kîmyayî ya li Gutaya Rojhilat, Serok Trump dabû zanîn ku ewê "bersîveke tund" bidin Sûriyê.

Rûsya diyar kiribû ku ger Amerîka muşekan bifirîne Sûrîyê ewê wan bixînin xwarê.

Serok Trump do Çarşemê ji Rûsya re gotibû ku "bo muşekan amade be”

Guterres da zanîn ku ew nîqaşên li Civata Ewlekarîyê ji nêz ve dişopîne û got ku "Ez jiber ku li civatê bo Sûrîyê ti lihevkirin çênebûye, ketime xemên kûr"

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.