Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku wî "ti car negotiye ku êrîşeke hember Sûrîyê kengî pêk were, lê ew êrîş dikare di demeke zû de be yan jî qet nebe.”
Trump, ku wek bersîvdana êrîşa kîmyayî ya gumanbar li Sûrîyê, roja Çarşemê li ser Twîtterê gotibû ku divê Rûsya ji muşekan re amade be.
Trump diyar kiribû kuRûsya soz dide ku ewê hemî muşekên ku Sûriyê bike amanc, gêr bike. Hazir be, Rûsya jiber ku muşekên xweşik, nûjen û zîrek dê werin,”
Qesra Sipî jî ragihandibû ku tevî biryareke dawîn nehatiye dayîn jî, Trump hizra bersîvdaneke êrîşeke mûşekî li hember Sûriyê dike.
Karbidestên Amerîkî û analîstên li Washingtonê dibêjin ku çaverê ye di nav çend rojên nêzîk de bersîvdaneke xurt were dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin