Amnesty dibêje sedî 12 wan kesan ku li cîhanê tên îdamkirin Kurdin.
Rêxistina Lêborîna Navnetewî ya Amnesty International raporta xwe ya salane ya sala 2017ê de ragehand, sedî 12 wan kesên ku li cîhanê tên darve kirin kurd in.
Li gor raporta Rêxistina Lêborîna Navnetewî ku îro 12.04.2018ê hatiye belav kirin, Îran di rêzbendiya duyem a darvekirinên li cîhanê de ye û zêdetirî nîvê darvekirinên li cîhanê li Îranê pêktê û di salekê de hejmara wan geheştiye 507 kesan.
Li gor heman raportê, naha tenê li 23 welatên cîhanê cezayê darve kirine maye, ku yê herî diyar Çîn, Îran, Siûdiye, Iraq, Pakistan û beşek ji eyaletên Amerîkayê ne.
Li gor navenda amar a rêxistina Hengaw a Mafê Mirov di sala 2017ê de cezayê darve kirinê ji bo 112 hemwelatiyên kurd ên li Îranê hatiye bicîh anîn.
Li gor rêxistina Lêborîna Navnetewî dervey Îranê, di sala 2017ê de 146 kes li Siûdiyê, 125 kes li Iraqê û 60 kes jî li Pakistanê hatine darve kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin