Li Xaneqînê teqîn

teqîn bi rêya bombeyeke vdayî pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Îro danê sibê li bajarê Xaneqînê û li ser rêya sereke ya Lîwaya Heşt a Bejayî ya Pasevaniya Sînor bombek teqiya û di encamê de polîsekî canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyan, li ser rêya sereke ya Lîwaya Heşt a Bejayî ya Pasevaniya Sînor li Xameqînê otomobîleke bombekirî teqiya ye.

Rêveberê Polîsê Xaneqînê, Eqîd Diyar Şewket di daxuyaniyekê de ragihand: “Îro danê sibê polîsek ku aşpezê lîwaya heşt a pasevaniya sînor li Xaneqînê ye, ji ber teqîna otomobîla xwe, canê xwe ji dest daye.”

Diyaq Şewket herwiha got: “Heta niha diyar nîne, ku ew bombeya ku bi otomobîlê ve teqiya ye, bombeya çandî bûye yan jî bombeya pêvekirî.”

Rêveberê Polîsê Xaneqînê herwiha diyar kir, cihê bûyerê nêzîkî gundê Emîn Bapîr eû niha hêzên polîs li cihê bûyerê belav bûne û dest bi lêkolînê kirine.

Derbarê vê pirsê de, ku gelo ev bûyer terorîstî ye yan jî arîşeyeke civakî bûye, Rêveberê Polîsê Xaneqînê da xuyakirin: “Hêj nayê zanîn, lê belê em dizanin ku çekdarên DAIŞê li navçeyê hene.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.