Fermana îdamê ya girtiyê siyasî yê Rojihlatî Ramîn Husên Penahî hat pesendkirin.
Girtiyê siyasî yê kurd Ramîn Husên Penahî, ku ji par havînê ve di girtîgehê de ye, beriya niha bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
Li gorî agahiyan, fermana îdama wî duh ji aliyê dîwana bilind ya dadweriya Îranê ve hat pesendkirin. Ji ber wê jî her gav îhtimal heye Husên Penahî were îdamkirin.
Ramîn Husên Penahî par havînê bi birîndarî li nêzîkî bajarê Sine ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû girtin.
Ew xortê kurd xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin