Li Cezayîr balefirek ket herî kêm 100 kes canê xwe ji dest dan

sedema ketinê nehatiye diyarkirin
کوردستان TV
100%

Li nêzî Bingeha Esmanî ya li başûrê rojavayê Cezayîrê ya paytaxta Cezayîrê firokeke leşkerî ket xwarê.

Medyaya Cezayîrê da zanîn ku piraniya wan leşker, zêdetirê 100 kes jiyana xwe ji dest dane.

Li gor hin jêderên herêmî dibe ku hêjmara miriyan 200 kesî derbaz bike.

Hîn nayê zanîn ku firoka leşkerî jiber çi ketîye. Ambulans ji cîhê bûyerê birîndaran radikin nexweşxaneyan.

Li Cezayîrê 4 salên berê jî firokeke ku leşker û malbatên wan lê siwar bûbûn ketibû û 77 kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.