Di encama êrîşa Îsraîlê de 7 pasdarên Îranî jî hatine kuştin

di êrîşa dohê de 7 pasdarên îranî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Hejmara kuştiyên Îranê di êrişa firokeyên Îsraîl li dijî firokexaneyeka Sûriyê de eşkere bû û termên wan jî gihîştin Îranê.

Firokeyên Îsraîl duh firokexaneyeka Sûriyê bi navê “T-4” li nêzîkî bajarê Humsê bordûman kirin. Di encama wê êrişê de komek pasdarên Îranê û serbazên Sûrî hatin kuştin.

Li gorî medyaya Îranê, di wê êrişê de 7 pasdar hatibûn kuştin û termên wan jî ji Sûriyê gihîştin Îranê. Tê gotin ku di nav wan de fermandeyên pilebilind jî hene.

Heta niha Îsraîlê tiştek li ser wê êrişê negotiye lê Rûsya û Îranê ew êriş xistine stûyê Îsraîl.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.