Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro sêşemê got ku daxuyaniya wezîrê derve yê Rûsî, Sergei Lavrov ya ser siberoja Efrînê gelek çewt e.
Erdogan ji nûçegîhanan re got: Ger dema wê were, Tirkîye dê Efrînê radestî rûniştvanên wê bike.
Lavrov do duşemê gotibû ku Rûsya ji Tirkiye çaverê dike ku kontrola bajarê Efrînê bide hikûmeta Sûrî.
Wî ji nûçegîhanan re gotibû ku bendewariya Rûsya ew e Efrîn di bin kontrola hikûmeta Beşar Esad de be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin