Tirkiye bi helîkopteran çiyayên Başûr bombebaran dike

niha jî çiyayê biradostê bordiman dike
کوردستان TV
100%

Rêveberê Sîdekan: "Bilindahiyên ku niha di bin bombebarana helîkopterên Tirkiyê de ne, 2 kîlometre ji avahiyan dûr e

Artêşa Tirkiyê ji vê sibê ve bi firokeyên bêpîlot çavdêriya devera Biradost dike û bi tundî bilindahiyên Awdelkêwa li gundê Şapan ê ser bi bajarokê Sîdekan bombebaran dike.

Rêveberê Bajarokê Sîdekan Îhsan Çelebî ragihand bilindahiyên ku niha di bin bombebarana helîkopterên Tirkiyê de ne, bi ser gundê Şapan de diçin û tenê du kîlometre ji xaniyan dûr in, rêyên deveran ji wir derbas dibin û her roj şivan û ajel li wir in, ji ber vê yekê bombebaran bandor li ser jiyana niştecihên gund dike û xelk ditirsin.”

Artêşa Tirkiyê ji 10ê Adara 2018an ve li deverên sînorî yên navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê li hember PKKê dest bi operasyona leşkerî kiriye û heta niha bi kûrahiya zêdetirî 20 kîlometreyan hatiye nav axa Başûrê Kurdistanê. Herwiha li ser komek lûtkeyên çiyayan jî leşker bi cih kirine. Leşkerên Tirkiyê bi awayekî berdewam bi wesayîtên kar û buldozeran mijûlî vekirina rêya wesayîtan in û li ser lûtkeyan qereqolan çêdikin.

Tirkiye ne tenê li devera Sîdekan, herwiha li çendîn deverên din jî, bi taybetî li Qendîl û derdora wê bi awayekî berdewam êrişên esmanî encam dide. Îsal jî çend welatiyên sivîl ji ber êrişên esmanî canê xwe ji dest dan. Herwiha çendîn gund jî ji ber pevçûnan hatin valakirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.