Eşîra Elbû Ewad: Eger Pêşmerge nebûya yek ji me nedima

eşîreke ereb behsa lehengiya pêşmergeyan dike
کوردستان TV
100%

Serokê eşîra Elbû Ewad ya erebên devera Hemrînê ya Başûrê Kurdistanê dibêje, eger hêzên Pêşmerge û hikûmeta Kurdistan nebûna ti kesekî me nedima.

Serokê eşîra Elbû Ewad, ku yek ji eşîrên ereb yên devera Hemrînê ye, şêx Emced Elbû Ewad diyar kir ku dema DIŞIê êrişî me kir hêzên Pêşmerge em parastin her wiha ew mirovên me yên ku ji ber DIŞIê koçberî Herêma Kurdistanê bûn, bi awayekî gelekî baş hatin hewandin.

Şêx Elbû Ewad her wiha got, bi rastî eger hêzên Pêşmerge û hikûmeta Kurdistanê nebûna kesekî me nedima.

Wî mezinê eşîra Elbû Ewad anî ziman ku heta ew hebin ewê memnûnî Pêşmerge û kurdan bin û got, ji ber ku wan em parastin û em hewandin.

Şêx Emced Elbû Ewad bi tundî êrişî hikûmeta Iraqê jî kir û got, hikûmeta Iraqê hikûmetek mezhebî ye û di xema welatiyan de nîne. Karê wê tenê dizîkirin û gendelî ye. Ji ber wê jî ez di hilbijartinan de dengê xwe nadim wan. Heta niha jî devera me wêran e û hikûmetê tiştek bo me nekiriye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.