NATO: Divê em hewldanên xwe yên ji bo kontrolkirina Rûsyayê zêdetir bikin

vê zextên li ser Rûsyayê zêdetir bibin
کوردستان TV
100%

Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku Rûsyayê çekên xwe yên nukleerî modernize kirine, ji ber vê yekê divê tifaq hewldanên xwe yên ji bo kontrolkirina Rûsyayê zêdetir bike.

Sekreterê NATOyê Stoltenberg piştî 54 şûnde cara ewil e ku sekreterê NATOyê serdana Fermandariya Stratejîk a Amerîkayê (STRATCOM) kir û li ser hewldanên pêşxistina çekên nukleerî ya Rûsyayê axivî.

"Em difikirîn ku piştî Şerê Sar bi dawî bû, kontrolkirina çekên nukleerî girîngiya xwe winda kiriye, lê em îro dibînin ku ev mijar gelek girîng e. Stoltenberg da zanîn ku ji bo kontrolkirina hêza nukleerî ya Rûsyayê ku her diçe zêdetir dibe, hewldanên xwe derxin asta herî bilind."

Stoltenberg got: "Di serî de Rûsya û welatên din ên ku ji berê ve hêza wan ê nukleerî heye, kapasîteya xwe yê nukleerî zêdetir dikin. Ji bo vê yekê jî NATO kontrolkirina bi hêz û ewle ji bo çekên nukleerî bipêş bixe."

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe yê Meclîsa Federal a di 1ê Adarê de diyar kiribû ku, Rûsya di demên dawî de pergala çekên teknolojîk bi pêşxistiye û cebilxaneya nukleerî yên nû ya welatê xwe nasandibû.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.