Lavrov: Lazime Tirkiye Efrînê radestî Esed bike

Rûsye dibêje lazime tirkiye efrînê radestî esed bike
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov îro duşemê dibêje ku Rûsya ji Tirkiye çaverê dike ku kontrola bajarê Efrînê ya stratejîk bide hikûmeta Sûrî.

Lavrov di civînekê de ji nûçegîhanan re got ku bendewariya Rûsya ew e Efrîn di bin kontrola hikûmeta Beşar Esad de be.

“Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ti car negotiye ku Tirkiye dixwaze Efrînê dagir bike û Rûsya niha li bendê ye ku kontrola bajêr bide hikûmeta Sûrî.”

Tirkiyê di meha Adarê de êrîş biribû ser Efrînê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajêr derxistibû.

YPG pêkhatîya serekî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye ku hevalbenda serekî ya Amerîka li Sûriyê ye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.