Fazil Mîranî: Tenê Partî ji hilbijartinan re amade bû

tenê PDK bo hilbijartinan di dema xwe de amade bûye
کوردستان TV
100%

Sikirtêrê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî tekez kir, ku tenê Partî ji bo encamdana hilbjartinên Kurdistanê amade bû.

Fazil Mîranî di daxuyaniyekê de, ji Dengê Amerîka re eşkere kir, ku Partî take alî bû ku daxwaza encamdana hilbijatinên Herêma Kurdistanê di dema xwe de dikir, di demekê de ku ti aliyekî din yê siyasî ji hilbijartinan re neamade bû.

Mîranî got jî: "Partî dixwest hilbijartinên Herêma Kurdistanê berî hilbijartinên Iraqê bên encamdan, herwiha Partî daxwaz kir hemû aliyên Kurdistanî bi yek lîstê beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin, lê aliyên din razî nebûn, piştre Partî daxwaz kir, ku herdu hilbijartin bihevre bên encamdan, lê aliyan ew yek jî red kirin".

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.