Serok Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir.
Îro li Selahedînê Serok Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê Selîm Cibûrî kir û Cibûrî jiber wefata Dilovan Îdrîs Barzanî hevxwemiya xwe bo Serok Barzanî diyar kir û behsa girîngiya rola Serok Barzanî û Kurdistanê di demên derbasbûyî, niha û pêşerojê de kir di warê dabîn kirina aramî û vehewandina aware û koçberan de.
Di berdewamiya civînê de behsa prosesa siyasiya Îraqê hevsengî û kêşeyên heyî yên siyasî hate kirin û balkêşandine ser wan metirsiyan ku vê di demên pêş de rastî prosesa siyasiya Îraqê werin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin