Bi fermana Erdogan Muxtarên Tirkiyeyê diperwerdehiya leşkerî de derbas dibin.
Berpirsê asayişa bajarê Bûrsa yê Tirkiyê Osman Ak, di çarçoveya “hefteya polîs” de komek muxtarên bajêr fêrî bikaranîna çekê û şerkirinê kir.
Piştî ku perwerde xilas bû, muxtaran gotin “em bo şerê Minbicê xwe amade dikin” lê berpirsê asayişa Bûrsayê wiha bersiva wan da, “Em we bo şerê Qendîlê hazir dikin ne yê Minbicê!”
Ev demek e rayedarên Tirkiyê bi taybet serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan gefa wê yekê dixwin ku dê êrişî devera Qendîlê ya Başûrê Kurdistanê bikin. Tirkiye dibêje hebûna PKKê li wir me neçar dike ku em vê yekê bikin!
Di mijara Minbicê de jî, piştî dagîrkirina Efrînê rayedarên Tirkiyê gefa êrişa li ser bajarê Minbicê yê Sûriyê jî dixwin. Minbic ji aliyê YPG û hêzên Amerîkî ve tê parastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin