Di vê demê de ku Amerîka hebûna xwe li bakurê Sûriyeyê zêde dikin, HSDê sedemên rasteqîn ên şandina hêzên leşkerî û avakirina baregeha leşkerî eşkere kirin.
Du şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) li nêzîkî baregeha leşkerî ya nû ya li Minbicê ji ajansa Ruptlyê re axivîn û wan diyar kir ku HSDê tevgerên xwe li dijî artêşa Tirkiyeyê bi hêzên amerîkî re kordîne dikin.
Şervan dibêjin ku ev baregeh li himberî êrîşeke muhtemel a Tirkiyeyê, berî salekê hatiye avakirin.
Yek ji wan herdu şervanên kurd radigihîne ku hêzên amerîkî li diji hemû tehdîdan amade ne û eger Tirkiye hewl bide êrîşî bike, hevpeymaniya amerîkî teqez dê bi lezgînî alîkariya wan bike.
Ji aliyê din ve, Hevserokê Lijneya Parastinê ya Herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê Rêzan Gîlo ji Sputnikê re ragihandibû ku hevpeymaniya navdewletî baregeheke din li Minbicê ava dike û wiha dewam kiriye: "Ev girêdayî planên leşkerî ye…Ev baregeh ya Amerîkayê be yan jî ya Fransayê be, em bi wan (hevpeymaniyê) re didin û distînin. Baregeh li bakurê Sûriyeyê, nexasim li beşê rojhilatî yê Firatê tên avakirin."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin