HRW: Tirkiye Efrînê talan dike

HRW dibêje Tirkiye li Efrînê her tiştên Kurdan didize
کوردستان TV
100%

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW), rapora derbarê Efrînê de amad kir, ji raya giştî re eşkere kir. Dîrektorê Rojhilata Navîn a HRW’ê Lama Fakîh têkildarî raporê daxuyanî da û wiha got: “Rejîma Sûriyeyê destûr nade ku Efrînê bikevin herêmên dibin kontrola wan de. Efrîniyên malên wan tên talankirin û şewitandin, mexdûriyek giran dijîn. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku dest ji talan û şewitandinê berde û rejîma Sûriyeyê jî astengiya li pêşiya Efrîniyan rabike.”

Bijîşkekê ji HRW’ê jî, diyar kir ku wan xwe li herêma Til Rifatê girtin û wiha axivî: “Tu derfetên me yên  tibî tune ne. Em hemû malzemeyên xwe li bajêr hiştin. Ji bo em mirovên li vir derman bikin, me klînîkeke sehra ava kir, lê em nikarin bibin bersiv ji pêdiviyan re. Li vî derê em bêav, bênan û bêderfet mane."

Saziyê di rapora xwe de ragihand ku rejîm ji bo bikevin herêma wan 1000 dolarî bertîlê ji Efrîniyan dixwazin. Efrîniyekî ku dixwaze biçe bajarokê Nubul ji HRW'ê re got, serê şexsekî 150 hezar lîreyê Sûriyeyê ji wan hatiye xwestin. Di rapora HRW de hat bibîrxistin, ku li gorî pîvanên şer, di dema şer de alî neçarin ku destûrê bidin sivîlan ji bo derbasî herêmên ewle bibin û ji pêwîstiyên wan ên mirovî re bibin bersiv.

Di raporê de cih ji gotinên Efrîniyan re hat dayîn ku qala talanê dikin. Efrîniyên ji HRW'ê re axivîn, wiha gotin: “Çeteyên Ceys al-Sharkiyah û Lîwa Al Fetih, li pêş çavên me eşyayên me talan kirin.”

HRW'ê bi bîr xist ku talan sûcekî şer e û divê fermandarên leşkerî destûrê nedin binpêkirinên bi vî awayî yên pîvanên şer.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.