Demografiya Efrînê tê guhertin

cîhadî kesûkarên xwe li malên Kurdan bicîh dikin
کوردستان TV
100%

Hat ragihandin piştî ku Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê ketine bajarê Efrînê de, gelek welatiyên bajêr, ji bajêr derketin û Tirkiyê, malbatên Artêşa Azad dixe malên Kurdan de.

Li Cindirêsê Artêşa Azad dest daniye ser 80 malên Kurdan û 40 malbatên Artêşa Azad xistine van malan de.

Li herêma Şiyê li gundên Qermitliq, Senere, Anqelê jî 50 malên Ereban, di xaniyên Kurdan de hatine bicihkirin. Li gundê Atmana 10, li Celeme 20, li Îska 10 û li Qitme jî 15 malên Ereb di xaniyên Kurdan de hatine bicihkirin.

Beriya niha jî Çavdêrxaneya Mafên Mirovan ya li Sûriyê (ÇMMS) ragihandibû ku malbatên çeteyên Feylaq el-Rehmanê li Efrînê hatine bicihkirin.

Gelek nûçe ji herêmê tên ku dibêjin “herêm ji Kurdan tê paqijkirin û Ereb li herêmê têne bicihkirin.”

Netewên Yekbûyî eşkere kiribû ku di navbera 50 û 70 hezar niştecihên Efrînê li bajêr mane û di rewşeke xirab de jiyana xwe didomînin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.