37emîn Festîvala Filman a Stenbolê 6ê Nîsanê dest pê dike

nêzî 200 fîlm têde beşdar dibin
کوردستان TV
100%

37emîn Festîvala Filman a Stenbolê wê 6ê Nîsanê bi filmê Lean On Peteyê dest pê bike.

37emîn Festîvala Filman a Stenbolê wê 6ê Nîsanê bi filmê Lean On Peteyê dest pê bike ku festîval ji hêla Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (İKSV) tê lidarxistin.

Di çarçoveya festîvalê de wê 200 film di 18 beşan de bên nîşandan. Her wiha bi beşdariya sînemagran wê hevpevyîn, sohbet û bernameyên taybet ên belaş çêbibin. Festîval wê 12 rojan berdewam bike.

Merasîma destpêkê ya Festîvalê wê 6ê Nîsanê roja înê li Qesra Pêşangeh û Kongreyê ya Lutfî Kirdarê çêbibe.

Bername wê saet di 20.30 deqîqeyan de dest pê bike û wê Xelatên Rûmetê yên Sînemayê bidin lîstikvan Perîhan Savaş, nivîskar û senarîst Osman Şahîn, derhêner Aram Gulyuz û produktor Arîf Keskînerî.

Her wiha Cevdet Pîşkîn wê Xelata Kedê ya Sînemayê bistîne ku 22 sal in li Sînemaya Atlasê ya Stenbolê midûriyetê dike.

Sînema

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.