Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulah ragihand, heta ku ala Kurdistanê li Kerkûkê neyê hildan û qedexe ranebe ew wek partî venagerin Kerkûkê.
Şaxewan Ebdulah derbarê vegera Kerkûkê de axivî û got ku heta qedexeya li ser ala Kurdistanê li Kerkûkê neyê rakirin û lihevkirineke fermî çênebe, ew rêxistina PDKê venakin.
Rayedarê PDKê li ser belavbûna hin nûçeyên derbarê ketina Pêşmerge ya nav Kerkûkê jî diyar kir ku ew nûçe nerast in û ti hêzeke Pêşmerge derbasî herêmên nakok yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê nebûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin