Başbûna tikiliyên Hewlêrê û Bexdayê bandorê jî li Enqereyê dike

tirkiye dibêje başbûna têkiliyên Hewlêr û Bexdayê vê bandoreke baş li ser têkiliyên Hewlêr û Enqereyê jî bike
کوردستان TV
100%

Balyozê Tirkiyê li Iraqê Fatîh Yildiz dibêje, başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê di berjewendiya Tirkiyê de ye jî.

Balyozê Tirkiyê li Iraqê Fatîh Yildiz diyar kir ku artêşa Tirkiyê ji ber hebûna PKKê li bakûrê Iraqê operasyonên serbazî pêk bîne.

Fatîh Yildiz li ser Şingalê jî gotiye, hinek hereket û livînên Tirkiyê li wê deverê hene lê heta niha ti operasyonek li wir nehatiye kirin. Ew tiştên ku tên kirin jî bo wê yekê ye da ku kontrola Şingalê bikeve destê Bexdayê.

Li ser pêwendiyên Hewlêr û Enqerê jî balyozê Tirkiyê gotiye, eger pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê baş bin wê çaxê pêwendiyên me û Hewlêrê jî baş dibin. Yanê başbûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bi sûda Tirkiyê ye jî.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.