Hat ragihandin ku li bajarê Stenbolê di encama operasyonê de 25 endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin.
Li gor zanyariyên berdest, tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Dijteror a Midûriyeta Ewlehî ya bajêr bi ser avahiya HDPê ya Şaxa Avcilarê de girt û di nav avahiyê de lêgerînek berfireh kir. Tîmên ewlehî piştî serdegirtinê Hevserokên HDPê yên Avcilarê Şebnem Degerlî û Mahmut Çakan jî nav de 25 endamên HDPeyî binçav kirin.
Nehat zanîn bê çima endam û rêveberên HDPê hatin binçavkirin. Lêpirsîna endamên HDPê berdewam e.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin