Mimkune parlementeriya Baydemîr û Danişbeştaş jî were hilweşandin.
Hat ragehandin ku dibe mafê parlemanteriyê ji parlemanterê HPDê Osman Baydemîr were standin.
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr bi tometa ku polîs re bê rûmetî kirine, ji aliyê dadgehên herêmî ve bi salek û 5 mehan hatibû cezakirin û ev ceza ji aliyê Dadgehên Îstînafê ve hate pejirandin.
Hat zanîn, eger parlemantoya Tirkiyê rewşa Osman Baydemîr gotûbêj bike, dikare mafê parlementeriya Osman Baydemîr jê bistîne.
Berî niha mafê parlementeriyê bi heman tometê ji parlemanterê din ê HDPê Ahmet Yildirim hatibû satandin.
Heta niha mafê parlemanteriyê ji 8 parlementerên HDPê hatiye standin, herwaha ligel wê 9 parlemanter jî di girtîgehan de ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin