Qedera hilbijartinên Tirkiyê di destê kurdan de ye

AKP vê carê vê dengên kurdan ji dest bide
کوردستان TV
100%

Yek ji hevalên berê yên Erdogan dibêje, qedera hilbijartinên Tirkiyê di destê kurdan de ye û rêjîma Tirkiyê jî hêdê hêdî wek rêjîma Besê lê tê.

Siyasetmedarê tirk Ebduletîf Şener, ku yek ji damezirênerên AKPê û hevalekî nêzîk yê serokê AKPê û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bû û niha kesekî bê alî ye, ji rojnameya Cumhuriyet ya Tirkiyê re gotiye, mixabin rêjîma Tirkiyê hêdî hêdî wek rêjîmên totalîter û dîktator yên Rojhilata Navîn lê tê, herî zêde jî dişibe rêjîma Beisî.

Ebduletîf Şener, wezîrtî jî kiriye, her wiha gotiye, tenê şanek maye ku pêşiya wê yekê were girtin ew jî ew e ku di hilbijartinên bê yên Tirkiyê de pêşiya Erdogan were girtin çimkî eger Erdogan di hilbijartinên bê de bi ser bikeve wê çaxê rêjîma Tirkiyê bi temamî dibe rêjîma Beisî.

Wî siyasetmedarê tirk behsa girîngiya rola kurdan di hilbijartinên Tirkiyê de jî kiriye û gotiye, qedera hilbijartinan di destê dengderên kurd de ye. Ji ber ku di nav AKPê de derdora %7 dengên kurdan heye her wiha dengên HDPê jî derdora %10 e. Divê ev bê dîtin û hesibandin. Endal û alîgirên kurd yên AKPê ji ber tifaqa AKP û MHPê her wiha operasyona Efrînê ji AKPê aciz bûne ji ber wê jî divê mirov vê firsendê ji dest nede û dengên wan bikşîne aliyê xwe.

Şener bang li partiyên opozîsyonê yên Tirkiyê jî kiriye li dijî dîktatoriya Erdogan bibin yek.

Hilbijartinên giştî yên Tirkiyê sala 2019 tên kirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.