AFP: Koalîsyon çekên giran û hêzên nû dişîne Minbicê

hevpeymaniya cîhanî çek û hêzên nû şande minbicê
کوردستان TV
100%

Yek ji fermandarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xelîl Mistefa ji AFP’ê re diyar kir ku koalîsyona bi pêşengiya Amerîka, di çend rojên dawî de, gerên xwe yên li herêma Minbicê zêdetir kiriye.

Xelîl Mistefa da zanîn ku hêzên koalîsyonê bi helîkopteran ji esmên çavdêriya herêmê dike û got ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku YPG pêşengiya wê dike, dijî operasyona Artêşa Tirk ya gumankirî xendek kolandine û eniyên xwe xurt kirine.

Tirkiye YPG’ê wek baskeke Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne û dixwaze ku ew ji herêma Minbicê bi temamî derkeve.

Çavdêriya Sûriye ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) diyar dike ku li herêma Minbicê 350 leşkerên koalîsyonê hene û piraniya wan Amerîkî ne.

Li gor nûçeya AFP’ê, SOHR, jêderên leşkerî yên herêmê û rojnameya El-Vatan ya bi piştgiriya hikûmeta Sûriyê diyar dikin ku koalîsyonê hêzên nû û çekên giran şandine Minbicê.

Rêvebirê Civata Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebu Adil jî da zanîn ku ew gefên Tirkiyê cidî dibînin û got ku koalîsyona navneteweyî hêzên xwe yên li Minbicê zêdetir kiriye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.