Siyasetvanên Brîtanî serdana YPGê dikin

şanda han ji partiya karkerên Brîtanyayê pêk hatiye
کوردستان TV
100%

Parlamenterên Partiya Karkeran ya Brîtanya, ku di nav wan de endamên civata jorîn Maurice Glasman û endamê parlamentoyê Lloyd Russel-Moyle hene, li Qamişlo bi rêvebirên Kurd re kom bûn.

Glasman ji karbidestên Qamişlo re diyar kir ku wan bo peywendîyeke demdirêj serdana Qamişlo kiriye û ew dê bi her awayî hevkarîyê bikin.

Siyasetvanê Brîtanî dîyar kir ku dê serdanên xwe yên li bakurê Sûriyê bidomînin û bi karbidestên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re jî kom bibin.

Parlementerê Partîya Karkeran Russel-Muylle jî da zanîn ku ew dê çavdêriyên xwe yên li serdanê li parlementoya Brîtanya bibêjin û ew hêvî dikin ku çekfirotana ji Tirkiyê re bi awayekî baş were vekolîn.

Li gor nûçeya Reuters’ê, yek ji karbidestên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Abed el-Kerîm Omer diyar kir ku cara yekê ye şandeyeke Brîtanya ya payabilind, bi awayekî eşkere serdana wan dike.

Omer da zanîn ku wan berê jî bi karbidestên Brîtanya re hevdîtinên ku nedihatin eşkere kirin dikirin, lê cara pêşî ew bi awayekî fermî bi wan re kom bûne.

Omer got ku wan bi karbidestên Brîtanya re, ser bûyerên Efrînê jî danûstandin kirine.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.