Cewad Zarîf ji bo Barzanî sersaxî xwest

daxwaz dike ew xema dawî ya malbeta wan be
کوردستان TV
100%

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf ji bo koça dawî ya Dilovan Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şand.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf ji bo koça dawî ya Dilovan Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şand û tê de diyar kir ku ew hevxemê wan e.

Zarîf di peyama xwe de diyar kir ku ew hevxemiya xwe û sersaxiyê ji bo malbata Barzanî û hemû xelkê Herêma Kurdistanê radigihîne.

Dilovan Barzanî biraziyê serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 2yê Nîsanê de li bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Kurdistanê koça dawî kiribû.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.